23:57:37
Rojava News: li navçeya Şêrewa ya Efrînê û li derdora Keleha Samanê di navbera HSD û YPGê ji aliyekî ve û Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra) ji aliyekî din ve ji şeva borî ve Şer û pevçûn berdewam e.
Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin ji şeva borî ve şer û pevçûn li derdora Keleha Samanê ya dîrokî (20 K.M li başûrê Efrînê) di navbera YPG û HSD li aliyekî û çekdarên Fetih El-Şamê li aliyê din de derketiye.
Herwiha got, çekdarên Fetih El-Şamê êrîşî gundên Basûfan, Îska û Celemê yên heman navçeyê kirin, lê şervanên HSDê êrîşa wan têk şikandin.
