00:03:20
Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Birîtaniyayê Boris Johnson helwêsta welatê xwe ya li hember serxwebûna Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku gavên ji bo serxwebûnê bên avêtin bi rêkeftin ligel Bexdayê bin.
Wezîrê Karên Derve yê Birîtaniyayê Boris Johnson ew vê yekê fêm dikin ku referandûma bo serxwebûnê, hêviya xelkê Kurdistanê ye, lê birêveçûna wê referandûmê di vê demê de dibe sedema dûr ketinê ji armancên din ku ji wan jinavbirina DAIŞê û vegerandina aramiya wan herêmên ku hatine rizgarkirin.
Boris Johnson di vê baweriyê daye ku referandûm û gaveke siyasî bo serxwebûnê divê bi rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê be û dibêje bi bê hevdengî kirina bi Bexdayê re di berjewendiya xelkê Iraqê û aramiya Iîraqê de nîne.
Herwiha Johsin daxwazê ji aliyên siyasî dike ku bi rêya diyalogê pirsên xwe çareser bikin û pişta xwe bi destûrê ve girê bidin.
