00:06:44
Rojava News: Serokê Komîsyona Hilbijartin û Referandumê li Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ragihand, Netewên Yekbûyî (NY) di lidarxistina referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de bê alî ye, lê dê di hilbijartinan de alîkarîyê bide wan.
Mihemed piştî civîna 13ê Hezîranê ku li Hewlêrê bi şandeya nûnerên Komîsyona Piştgirîya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) re kom bû diyar kir, "Ofîseke taybet a tîma UNAMIyê li Iraqê heye ku piştgiriya pêkanîna hilbijartinê dike. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a li Kurdistanê jî beşek ji karê wê tîma UNAMIyê ye."
Hindirîn Mihemed li ser pirsa rojnamevanan a li ser helwesta NYyê ji bo referandûma serxwebûnê got: "Şanda UNAMIyê got ku em destwerdanê nakin û dê helwesta me di vê mijarê de bêalîbûn be."
Mihemed destnîşan kir ku UNAMI dê alîkarîya perwerdehîyê û rêzikên prosesa hilbijartina referandûmê bide wan.
Piştî civîna 7ê Hezîranê ya partîyên siyasî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, biryar hatibû dayîn 25ê Îlona 2017an referandûma serxwebûnê were kirin.
