12:01:56
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li Zerge ya bajarê Xurmatû êrişî noqteya kontrol a pêşmergeyan kir. Di êrişê de 2 peşmerge şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Milîanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi hêzeke mezin şevê din li herêma Zerge ya bajarê Xurmatû êrişî nokteya kontrol a pêşmergeyan kir. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 2 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê iehît bûn û 6 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya DHAyê, şevê din rêxistina terorîst a DAIŞê bi hêzeke mezin êriş bire ser noqteya kontrol a herêma Zergeyê ku dikeve rojavayê bajarê Xurmatûyê. Terorîstan piştî êrişê noqteyên kontrolê şewitandin. Li gorî îdîayan hêza takwiye ku diçû herêmê jî li kêleka rê rastî bombeyên çandî û mayînan hatiye. Şer û pevçûnên navbera hêzên Peşmerge û terorîstên DAIŞî hetanî berê sibehê jî dewam kiriye.
