13:18:14
Rojava News: Bi hatina meha Pûşberê piştî paleya nîsk û nokan werzê çinîna ceh û genim li devera Efrînê destpê kir.
Li Efrînê cûrê genim piştî zeytûn û mêweyan ji berhemên sereke ye.
Piştî zivistaneke bixêr û bêr cotkarên deverê hêvîdarê encamên baş dikirin, lê berhem ne li gor hêviyan encamp da. Ji ber bandorên jîngehê simbilan hindik lib hilgirtin, ku barana biharê û lehiyan bandorek neyinî mezin bi rêjeyên cûda li berhemên salê kir
Û li gor berheman, berê genim bi rêjeya 3% ziyan lê bûye û nîsk 20%, ku her hiktarek ji zeviyan tenê 25-35 çewal genim jê hatiye, li gor cotkaran
Ji aliyekî din ve cotkar gazincan ji kêmbûna nirxê genim dikin ku nirxê yek kîloyê 115 leyreyên sûrî ye
Berpirsên rêveberiyê didin zanîn ku ev nirxê destnîşankirî yê herî bilind e li tevahiya deverên Sûriyê, û nirxê bilind wê nirxê nan jî bilind bike
