PDK-Sê banga yekrêziya navmaliya Kurdî dike!

PDK-Sê banga yekrêziya navmaliya Kurdî dike!

21:04:12

 

Rojava News: Partiya Demoqrata Kurdistan li Suriyê PDKSê bang li hemû alîgir û endamê xwe dike da di kar û xebatê xwe de yekrêziya navmaliya Kurdî bikin.

Partiya Demoqrata Kurdistan-Suriyê PDKSê bi helkefta derbasbûna 60 salan li ser damezarandinê  daxuyaniyek belav kir. Di daxuyanê de   behsa  despêka damezrandina   Partiya Demoqrata Kurdistan Surîye tê kirin.

Her weha di daxuyaniyê de rewşe damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistan-Suriyê PDKSê hatiye kirin. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê li ser daxwazê gelê Kurdistan destpêkirina karên siyasî û xebat hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de te gotin ku: “Damezrandina PDK-Sê bu sedem li Rojavayê Kurdistanê yekrêziyek cemawerî bê avakirin û li beranber tawan û siyaseta rejima Sûriyê , gel xwe li derdora partî bi rêxistin bike.”

Dîsa hatiye ku: “Partiya Demoqrata Kurdistan-Suriyê PDKSê di gelek asta da kar û xebat li xwe girt. PDK-S peywendiyên xwe li hêzê niştimaniya Sûriye  xurt kir, dîsa peywendiyên xwe li gel partiyên Kurdistanî li ser bingehê rêbaza Barzanî xurt kir.”

Di heman daxuyaniyê de piştgirî û alîgiriya referandoma  Serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye ragihand tê kirin.

Herweha di daxuyaniyê de kiryar û terora çekdarên PYDê, ya li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin jî hatiye redkirin, û li beranbar wê yekê banga yekrêziya Kurda hatiye kirin da bi serkeftin ew qonaxê hessas bê derbaskirin.