Çil Axa: 60e mîn salvegera Damezrandina PDK-S hat vejandin!

Çil Axa: 60e mîn salvegera Damezrandina PDK-S hat vejandin!

21:24:15

 

Rojava News: Îro bihelkefta salvegera 60mîn ya damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistan li Suriyê PDKSê li seranserê Rojavayê Kurdistanê  û li derway welat jî çalakî hatin li darxistin.

Li devera Hilêq ya Alyan ya biser Çil Axaya Kurdistana Sûriyê îro çalakyeke berfreh,  bi helkefta salvegera 60 ya damezrandna partî hat li darxistin.

Di çalakiyê de encumenên xwechî yên Tirbespiyê, Girkê Legê Nireddin Birhik û  cemawerekî berfireh amade bû.

Merasîmên vejandina salvegerê bi bihneke bêdeng li ser giyanên pakrewanan û sirûda ey reqîb, herweha gotin ji aliyê xwecihiyên ENKSê û gotina PDK-Sê hat birêvebirin.