Efrîn: Grupên tundrew jimareyek gund topbarankirin!

Efrîn: Grupên tundrew jimareyek gund topbarankirin!

21:32:36

 

Rojava News: Grupên îslamî îro ji kêla Saman dîsa topbaranek bi ser gundê Efrînê de kirin.

Hin jêderên leşkerî ji bajarê Efrînê ragehandin ku; grupa binavê Tehrîr El Şam yanî El Nusra ya  pêştir û tevgera Ehrar El Şam gundên Basofan û Başemre li navçeya Şêrawa topbaran dikin.

Heman jêderan amaje bi wê kirin ku bi tope hawanê û çekên giran topbaran berdewame.