Zarokekî ji Qamişlo li Almanyayê balê dikişîne

Zarokekî ji Qamişlo li Almanyayê balê dikişîne

12:18:04

 

Rojava News: Zarokek 10 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya bi qabiliyeta xwe ya futbolê balê dikişîne.

Li gor nuçeya Tv Rudaw: Hoşyar Sîpan Hesko zarokekî 10 salî ye, ji Gundê Til Zîwan ê bi ser bajarê Qamişloyê ye û ew karê ji temenê xwe mezintir di lîstika futbolê de dike.

Li gor temenê xwe Hoşyar Sîpan Hesko stêrkeke futbolê ye. Ew dixwaze hinek kes alîkariya bike da ku bibe lîstivanekî baş di asta cîhanê de.

Hoşyar Sîpan Hesko niha di tîma zarokan ya  almanî Roding Hausen de dilîze.