Li hewlerê jî ahenga damezrandina PDK-S hat lidarxistin!

Li hewlerê jî ahenga damezrandina PDK-S hat lidarxistin!

18:30:47

 

Rojava News: Bi ermanca pîrozkirina 60e mîn salvegera damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistan-Suriyê PDK-Sê li Herêma Kurdistan peytaxt Hewlêrê ahengek hate lidarxistin.

Ji serkirdetiya pêşmergeyê rojavayê Kurdistanê jî şandek beşdarî ahenga ku li peytaxt Hewlêrê hate birevebirin bû.

Di ahengê de berdevkê fermi yê Hêza Peşmergeyên Roj  Şervan Dêrîkî axaftinek pêşkeşî beşdarvanan kir û got: Hinek kes dibin nave Kurdayetî de ciwanê Kurdistanê dikin şervan lê, hêzên PYDê parêzwaniya Kurdieyatî nakin. Kesê ku alîgirin û endamin bila çavê xwe vekin û rastiya hemen rêzistina navborî bibînin.

Balkişand buyera Şingalê û got: Tişta ku li Şingalê rûda û astengî û şerê ku PKKê li wir derxist ne bi nave kurdayetî bû.