Efrîn: Gelek ciwanên kurd yê leşkeriya neçar hatin kuştin!

Efrîn: Gelek ciwanên kurd yê leşkeriya neçar hatin kuştin!

18:56:23

 

 

Rojava News:  Gelek ciwanên Kurd yê ji ber leşkeriya neçar ji aliyê PYDê ve bizorê tevlî refên şer hatibûn kirin di şer û pevçûnên li beranber grupên tundrewê Îslam yê wek Ehrar el şam li gundewarê Efrînê hatin kuştin.

PYDê berî niha li ser ragihandina xwe belavkiri bu ku: Di şer û pevçûnên li gundewarê Efrînê yê li beranber Grupa Ehrar El Şam ya bi ser dijbereya Sûriyê yek çekdarê wan şehî ketiye û 40 çekdarê grupa Ehrar El Şam hatine kuştin.

Lê derket hole ku ew ne rastbuye; di şerê berî 2 rojan ya di navbera PYDê û Ehrar El Şam de 70 çekdarên PYDê hatine kuştin.

Li gor zanyariyên ku ARK TV bi destxistine;  piraniyê wan ciwanên ku hatine kuştin,  ewên ku berî niha bi leşkeriya neçar ya PYDê bi zorê tevlî refê xwe kirine û piraniyê wan jî yê Efrîn û gundewarê wê ne.

Hat zanîn PYDê ew ciwanên ku bi zorê bi leşkeriya neçar tevlî refên xwe kirine, di sengerê pêş de li beranber gruba Ehrar el Şam dane şerkirin.

Tê zanîn PYDê li Rojavayê Kurdistanê tevî ku hemu rêxistinên kurdî û xelk  pê nerazî bûn jî dîsa siyaseta Leşkeriya neçarî birêve bir û bi hezaran ciwan revandin.