02:16:04
Rojava News: Navenda Demoqratiyê û mafê mirovan bi daxuyaniyekê revandina serkirdekî partiya Yekîti ya Kurd ji aliyê PYDê ya baskê PKKê şermezar kir.
Navenda Demoqratiyê û mafê mirovan banga serbest berdana hemû girtiyên siyasî yê di zîndanên PYDê de kir.
Di hemen daxuyaniyê de hatiye ser ziman ku: Çekdarên PYDê roja 13ê vê mehê endamê komiteya Herêmî ya Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Cuma Bavê Awaz ji gundê Bexdek li bajarê Girê Spî revand û ber bi cîhekî ne diyar ve birin.
Herweha çekdarê PYDê di heman deman de Cengîn Elîko piştî vegera wî ji herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê girtin. Dîsa Abdulqadir Ezîz Endamê partiya demuqrata kurdistan sûrya jî berya çendrojan revandin.
Navenda Demoqratiyê û mafê mirovan berdewamiya kiryarên hovane ji alî PYDê ve şermezar kir û bangî PYDê û çekdarên YPGê jî kirin da sînorekî ji wan kiryar û girtinê xwe yê hovane re deynên û rêzê li prensîbên mirovî re bigrin û li ser wê esasê hemû girtiyên sîyasî serbest berdin.
