YNRKS revandina herdû rojnamevanan şermezar kir!

YNRKS revandina herdû rojnamevanan şermezar kir!

02:36:31

 

Rojava News:  Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li  Sûriya (YNRKS) bi daxuyaniyekê  revandina dû rojnamevanan li kurdistana Sûriyê ji aliyê  PYDê ve şermezar kir û banga serbestberdana wan jî kir.

Di daxuyaniya Komîta azadiyan ya Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS) de hatiye gotin: Rojnamevan Alan Ahmed û Berzan Hiseyn ji aliyê çekdarê PYDê ve hatibûn revandin û derketiye hole ku ta niha jî di zîndanên PYDê de ne.

Herweha Rojnamevan Ferhad Hemo jî hîna di zîndanê DAİŞê de ye û çarenivîsa wî jî ne diyare.

Komîteya navborî bi tundî berdewamiya revandina wan rojnamevanan ji alîyê PYDê û DAİŞê ve şermezar kir û daxwaza serbest berdana wan rojnamevanan kir.