Serê Kaniye: PYDê ciwanekî 16 revandiye!

Serê Kaniye: PYDê ciwanekî 16 revandiye!

17:58:52

 

Rojava News: Çekdarên PYDê  li bajarê Serê Kaniyê  zaroka 16  salî  tevlî leşkeriya neçar kirin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdîstanê zaroka bi navê Mehmed Mahmud Şêxo temen 16 salî ji aliyê çekdarên PYDê ve hate revandin.

Piştî refavndinê  hat zanîn, dema bavê Mihemmedê 16 salî ji bo pirsa kurê xwe çu gel PYDê,  jê re bersivandine ku: Ew bi daxwaza xwe tevlî refê wan buye û kes nikarê rêgirî li pêşiya tevlîbuna wî ya nav refê PYDê bike.

Û her weha gotine çendî temenî wî 16 salî jî bê ew nikarin biryara wî rawestênin.

Herweha Mihemed di malê de zaroka yekeme û kûrê vahîde, û xwendina xwe berdewam dikir.

Lê mixabin tevî ku temen 16 saliyê beşdarî refên PYDê hatiye kirin û dibêjin ew bixwe tevlî PYDê buye.