18:19:23
Rojava News: Hat zanîn PYDê baskê PKKê yê Sûriyê li Amûdê bajarê Rojavayê Kurdistanê zarokên sêwî yê derbeder bi çek dike û rahênana leşkerî bi wan dike.
Endamekî rêxistineke mirovî ji bajarê Amudê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji televizyona Arkê re gotiye; Çekdarên PYDê li bajêrê Amûdê navendeke nehînî avakiriye û li wê derê zarokên derbeder rahênan dike.
Li gor heman jêderî; PYDê di navenda raheneriyê de zarokên sêwî yê bê dayik û bav bêhtirî xwe ku jî Erebên Himsê, Helebê û yê derdorêne û dibin rewşa şer ya giran de mane perwerde dike û bi aydolojiya xwe mejiyê wan dişo.
Heman endamê rêxistina mirovî ku nexwestiye nave wî eşkere bibe gotiye bi şewayê nehînî rahenankirina wan zarokan karekî ne li gor qanunê şere û kare kî teroriye. Ji ber ku bi çek kirina zarokan di cihanê de qedexeye.
