13:29:53
Rojava News: Çekdarên PYDê ketin gundekî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û bi hêceta leşkeriya neçar gelek kes revandin.
Berpirsekî ENKSê li bajarê Hesekê, ku ji tirsa PYDê nexwast navê wî were eşkerekirin got duh çekdarên PYDê ketin nav gundê Girkê Dicwîr yê Hesekê û gelek kes revandin.
Wî berpirsê ENKSê da zanîn ku çekdarên PYDê bi hêceta leşkeriya neçar ew gundî girtin û bi xwe re birin.
PYDê qanûnek derxistiye ku li gorî wê qanûnê, divê her kes çekdariyê bike, yên ku nekarin yan jî nexwazin, bi zorê dibin leşkeriyê. Ji ber vê zordariya PYDê, heta niha gelek kes ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne.
