Parlamentoya Kurdistanê ber bi Kobanî birê ket

Parlamentoya Kurdistanê ber bi Kobanî birê ket

Rojava News: Şandeke Parlamentoya Kurdistanê ji bo serdana bajarê Amedê û bajarê Kobanî bike, ber bi Bakurê Kurdistanê ve birê ket.


Li gor daxuyaniya Endama Komîteya Civaka Sivîl a Parlamentoya Kurdistanê, Êvar Îbrahîm: şanda komîteya wan li ser vexwendina Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, îro sibehê ber bi Bakurê Kurdistanê birê ket.


Êvar Îbrahîm herwiha got ku şanda wan wê li Amedê ligel Şaredara Bajarê Mezin a Amedê û çend saziyên sivîl hevdîtinan pêk bîne.


Endama Komîteya Civaka Sivîl a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku şanda wan wê serdana bajarê Kobanî yê  jî bike ji bo ku li wir agehdarî rewşa bajêr û Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bibe piştî ku ji destê DAIŞê ve hat rizgarkirin.


Êvar Îbrahîm bal kişand ku ewê raportekê derbarê rewşa Kobanî de amade bikin û bidin serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.


Bi nêrîna Îbrahîm, baştir e Kobanê ji bo dîrokê wek xwe bimîne û bajarekî din li kêleka wê bê avakirin.