ENKSê berdewamiya revandina civanan ji aliyê PYDê şermezar kir!

ENKSê berdewamiya revandina civanan ji aliyê PYDê şermezar kir!

22:49:03

 

Rojava News: Emîndariya giştî ya encûmana niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê di derbarê êrîşê çekdarên PYDê li ser gundên herêma koçeran û revandina bi dehan ciwanên kurd û binpêkirina taybetmendiya malên Kurdan bi şêweyên hovana daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyaniyê de kiryarên PYDê û çekdarên wê şermezar kir û bi terorî binav kir.

Herweha di daxuyaniyê de balkişand ser wê yekê ku:  kiryarên PYDê yê wek binpêkirina mafê mirovan, leşkeriya neçar ku li ser ciwanê deverê birêve dibe, dîsa girtina ofîs nivîsingehê ENKSê û ferzkirina aydolojiya PKKê li ser deverê ne di karekî di xizmeta Kurdistana Rojava de ye.

Herweha encûmena niştmaniya Kurdî bang li civaka nav dewletî û rêxistnên mafê microvan, hêzên kurdistanî kir ji bo fişarê bixin ser PYDê   da ku ji van kiryarên xwe yên çewt  vegerin