23:09:17
Rojava News: Rewşa elektirîkê li taxê kurdan yên bajarê Qamişlo gelekî xirab bûye û welatiyên deverê jî PYDê tohmetbar dikin bi frotina elektrîkî bo deverên cuda û kesên teybet.
li gorî welatiyekî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku nexwest nave xwe eşkere bike got: Ji demeka ku germê destpêkiriye û herweha heyva remazanê destpêkiriye bi demjimêrên dirêj elektrîkê li ser welatiyên devera taxa xerbî dibirê.
Birîna elektrîkê xelkê deverê dilgiran dike û dixê rewşên gelek zehmet, ji aliyê din ve li ser taxa ku bêhtir ereb jiyan dikin elektrîk base.
Hat îdîakirin ku başbûna elektrîkî li taxên Eraban û nebaşbûna wê li taxên Kurda bêhtir bi siyasetên PYDê re girêdaye.
Ji ber ku jêdera afrandna elketrîkê li swêdiya koçeran di bin kontrola PYDê de ye.
