Li Qamişlo teqînek ru da!

Li Qamişlo teqînek ru da!

12:27:32

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqîn çê bû.

Li gorî agahiyan hatin wergirtin: li bajarê Qamişlo yê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bûye.

Hat zanîn: Teqîn li pêşberî xwaringehekê li cadeya Siyahî ya li navenda bajarê Qamişloyê çê bûye.

Li gorî agahiyan, di encama teqînê de kesek birîndar bûye.

Di derbarê çawaniya teqînê de hêj ti daxuyanî nedane.