ENKSê daxwaza lêkolîneke navdewletî derbarê êrişên li dijî Kurdên Êzidî li Efrînê kir

ENKSê daxwaza lêkolîneke navdewletî derbarê êrişên li dijî Kurdên Êzidî li Efrînê kir

12:32:39

 

Rojava News: Encumena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê daxwaza avakirina komîteyeke navdewletî kir, da ku lêkolînê derbarê binpêkirnên opozisyonê li dijî Kurdên Êzîdî yên li herêma Efrînê bike.

Di daxuyaniyekê de, Encumena Xwecihî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên ser bi Dijbereya Sûriyê bi wê yekê tohmetbar kir, ku wan bi darê zorê Kurdên Êzêdî yên gundê Elî Qîno ji mal û warên wan derxistine û dest danîne ser mal û milkên wan.

Encumena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, herwiha da zanîn ku ev binpêkirnên komên Dijbereya Sûriyê li ba wê encumenê bi belge û dokyumentan hatine tomarkirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, şaxeya ENKSê li Efrînê herwiha daxwaz kir, ku komîteyeke navdewletî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve û bi beşdariya nûnerên ENKSê were damezrandin, da ku lêkolînê derbarê wan binpêkirinan de bike, ku ji aliyê çend komên çekdar ên Dijbereya Sûriyê li dijî Kurdên Êzdî li devera Efrînê têne kirin.