PYDê li ser welatiyê rojava baceye ke din ferz dike!

PYDê li ser welatiyê rojava baceye ke din ferz dike!

 

13:11:33

Rojava News: PYDê li herêma Cizîrê baca xweşjiyaniyê  li ser welatiyan ferz kiriye.

Desteya Darayî ya bi ser PYDê li herêma Cizîrê baceke salane, bi navê “baca xweşjiyaniyê” li ser welatiyan li gor dahata wan  ferz kiriye. Li gor biryarê her kesê ku salane milyon û 200 hezar lîreyên Sûrî werdigire dê salane hezar lîre bace bide.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê xwe ve diyar dike ku ev biryar barê welatiyan girantir dike û berê wan dide koçberiyê.

Endamekî Emîndariya giştî ya ENKSê dibêje ku xelkên Rojavayê Kurdistanê hewcedarî alîkariyê ne, lewma ew dibîne ku ev biryar barê welatiyan girantir dike û berê wan dide koçberiyê.

Pisporên aborî jî ji aliyê xwe ve vê biryarê ji nêzîk ve dişopînên. Aborînasek dide zanîn ku mîkanîzmayên cîbicîkirina vê biryarê ne diyar in lewma, bi gotina wî, ew rê li pêş gendeliyê vedike.

Ferzkirina vê baca zêdebar di demekê de ye ku li gor pisporan, asta hejariyê li Rojavayê Kurdistanê gihaye ji sedî 80 û hikûmeta Sûriyê jî heta niha bacê ji xelkê Rojavayê Kurdistanê werdigire.