Çekdarên Cebha El-Şamiyê welatiyên Kurd li deriyê sînorî yê Selamê girtin

Çekdarên Cebha El-Şamiyê welatiyên Kurd li deriyê sînorî yê Selamê girtin

2:30:52 PM

RojavaNews: Çekdarên Cebha El-Şamiyê li Ezazê nêzîkî 100 welatiyên Kurd li deriyê sînorî yê Selamê digirin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyê de ragihand, welatiyên Efrînê yên ku bi boneya cejna Qurbanê di riya deriyê sînorî Selamê ya li Ezazê ji Tirkiyê tên serdana Efrînê dikin, ji aliyê çekdarên Çekdarên Cebha El-Şamiyê ve hatine girtin.

Li gor zanyariyên, ku niha nêzîkî 100 welatiyên Kurd ên sivîl li bajarê Ezazê ji aliyê Çekdarên Cebha El-Şamiyê ve girtî ne.

Ev yek di demekê de ye, ku îro çekdarên Çekdarên Cebha El-Şamiyê ji destpêka vê sibê ve gundên Enab, Tinib, Şwarxa, Kiştiyar, Qestel Cindo, Cilbir û Qitmê topbaran dike.