12:49:42
Rojava News: Fermandeyê giştî yê artêşa Amerîka Joseph Dunford dibêje, mijara referandoma Kurdistana Iraqê mijareka navxwe ye û tenê Barzanî, Ebadî û gelên Iraqê eleqedar dike.
Fermandeyê giştî yê artêşa Amerîka Joseph Dunford duh li Waşingtonê tevlî panêlekî li “Press Club” bû.
Dunford li ser referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ku biryar e roja 25 Îlona îsal were encamdan, ragihand, ew mijareka navxwe ya Iraqê ye û ji Serok Barzanî, Serokwezîr Heyder Ebadî û gelên Iraqê re hatiye hîştin.
Wî fermandeyê Amerîkî anî ziman ku ew tenê bala xwe didin şerê DAIŞê û got, emê di şikandina DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqî bikin û hedefa me pêkanîna aramiyê ye.
