Çekdarên DAIŞê ji sê aliyan de êrişî Pêşmerge kirin

Çekdarên DAIŞê ji sê aliyan de êrişî Pêşmerge kirin

12:53:15

 

Rojava News: Hêzên Pêşmerge êrişeke mezin ya çekdarên DAIŞê li devera Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê şikandin û gelek çekdar jî kuştin.

Terorîstên DAIŞê paşîvê ji sê aliyan de êrişî hêzên Pêşmerge yên li gundê Zerge yê bajarê Xurmatû kirin.

Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge karîn bi alîkariya xwebexşan wê êrişa DAIŞê bişkênin û gelek çekdar jî bikujin. Di şer de tiştek bi pêşmergeyan nehatiye lê di encama teqîna bombekê de 2 pêşmerge birîndar bûne.

Di heyama çend rojên borî de ev cara duyem e ku çekdarên DAIŞê li Xurmatû êrişî hêzên Pêşmerge dikin.