3:03:35 PM
RojavaNews: Duh sibihê 19 . 6. 2017 li bajarê Ezmîrê li taxa eşref başa ya nêzîkî bazarê keçeke kurd ku, ji penaberên rojavayê kurdistanê ye yên li turkiyê dimînin ji mala xwe derket û venegerya .
Ew keça ku bixwe welatiya navçeya meydankê ya bajarê Efrînê ye navê wê Gulê oso ye temen şazde salî ye .
Tê zanîn ku Gulê rojana di wê demê de ji mal derdiket û berê xwe dida gulîstanekê li wê taxê lê vê carê venegerya .
Hêjayî gotnê ye ku malbata Gulê li nexweşxane û navendên polis geriyan û tu zanyarî derbarî kça xwe bi dest nexistin û, ji ber wê yekê bangek belavkirin li ser torên mîdya civakî .
