10:25:40
Rojava News: Li gor raporta malpera mafê mirov a li rojhilatê Kurdistanê, di girtîxaneya Mînab û meraxe de cezayê darve kirinê yê du hemwelatiyên din ên kurd ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hatiye bicîh anîn.
Vê derbarê de malpera Hengaw belav kir, ku di rojê borî de cezayê darve kirina du hemwelatiyên kurd li girtîxaneyên Mînab a Bendar Ebasê û girtîxaneya Meraxe ya ser bi parêzgeha Tewrêzê hat bicîh anîn.
Li gor raporta rêxistina mafê mirov a Îranê di rojên borî de cezayê darve kirina hemwelatiyeke kurd ê xelkê Mako yê yê bi navê Fexredîn Rewşenî ku temenê wî 39 sale li girtîxaneya Meraxe hatiye bicîh anîn.
Ew hemwelatiyê kurd ku di sala 2011ê bi tometa bazirganî kirina madeyên hoşber ve ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê lê hatibû birîn.
Ji aliyê din ve girtiyê kurd ê bi navê Efşar Bîglu ku temenê wî 31 sale û xelkê Ormiyê ye li girtîxaneya Mînabê ya ser bi parêzgeha Bender Ebasê li başûrê Îranê ji aliyê saziya dadweriyê ve hate darve kirin.
Efşar Bîglu di sala 2009ê bi tometa bazirganiya madeyên hoşber ve cezayê darve kirinê li hatibû birîn.
