Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan

Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan

10:29:37

 

Rojava News: Berpirsa Ofîsa Karûbarên Penaberan a Komîsyona Netewên Yekbûyî (NY) li parêzgeha Duhokê, Ann Dollan ragihand ku Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwazî li koçberên Sûriyê kiriye.

Ann Dollan di daxuyanîya xwe ya ku di Rûdawê de hatiye weşandin de got, tevî ku krîza aborî li Herêma Kurdistanê heye jî Kurdistanê baştirîn pêşwazî li koçberan kiriye.

Dollan wiha axivî: "Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwaziya koçberên Sûriyê kiriye. Koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê dikarin bi azadî çûn û hatinê bikin, herwiha dikarin derfetên kar ji xwe re peyda bikin, ji aliyekî din ve koçberên Sûrî jî bandoreke wan a erênî li ser civakê hebûye. Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke baş ji koçberan re kiriye tevî ku krîza aborî û siyasî li Herêma Kurdistanê heye."