Senatorên amerîkî mafê Kurdistanê heye bibe welatekî serbixwe!

Senatorên amerîkî mafê Kurdistanê heye bibe welatekî serbixwe!

12:27:16

 

Rojava News: Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman di axaftina xwe de ragihand ku Komek endamên Kongreya Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin.

Li gorî nûçeya televîzyona Kurdistan24ê Beyan Samî Ebdulrehman li ser referandumê axivî û ragihand ku Amerîka girîngiyê dide referanduma serxwebûna Kurdistanê. Em ji berpirsên amerîkî û medyaya Amerîkayê re behsa referandumê û armanca gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandumê ji wan re şirove dikin.

Dîplomata kurd li Amerîkayê di axaftina xwe de ragihand ku ew ji amerîkiyan re dibêjin referandum mekanîzmeke demokratîk ji bo ragihandina serxwebûnê ye. Amerîka ne li dijî referandum û serxwebûna gelê Kurdistanê ye, tenê dibêje niha ne dema wê ye. Em jî ji wan re dibêjin ku niha baştirîn firsend û dema wê ye çimkî Iraq mafên gelê Kurdistanê nade û wek şirîk li kurdan temaşenake.

Beyan Samî Ebdulrehman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Komek endamên Kongreya Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û di wê baweriyê de ne ku mafê Kurdistanê heye bibe welatekî serbixwe."