Hesekê Koçberên Sûrî û Iraqî xwe gihandin kampa Holê

Hesekê Koçberên Sûrî û Iraqî xwe gihandin kampa Holê

Rojava News: Kampa Holê pêşwaziya 31 malbatên nû yên koçberên ji Sûriyê û Iraqê kir.

Berpirsa Nivîsgeha Peywendiyan li Kampa Holê ragihand, ku 24 malbatên Iraqî, û 7 malbatên Sûrî xwe gihandina Kampa Holê li başûrê bajarê Hesekê. 

Bi gotina wê berpirsê, malbatên Iraqî ji 125 kesan pêk tên û yên Sûrî jî ji 17 kesan pêk tên.

Herwiha hat gotin, ku wan koçber û penaber ji dergehê Recim Silêbî berê xwe dane Kampa Holê.

Wê berpirsê diyar jî kir, ku roja Duşembiyê 19ê Hezîranê 19 malbatên iraqî ku 109 kes bûn, derbasî kampa Holê bibûn.

Kampa Holê li derdora bajarokê Holê ye û di bin kontrol û çavdêriya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.

Tê zanîn ku di hefteya yekem a meha Hezîrana 2017an de, pitirî 550 malbatên Iraqî û Sûrî derbasî wê kampê bûn, ku ji navçeyên di bin kontrola DAIŞê de li her du weletan Sûriyê û Iraqê reviyabûn.