Rejima Sûriyê: Rêya Efrîn û Helebê girt!

Rejima Sûriyê: Rêya Efrîn û Helebê girt!

Rojava News: ji ber pirsgirêkên li dergehê El-Ziyare rêya Heleb û Efrînê li ser hatinûçûna welatiyan hate girtin.

Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin;  di wan her du rojên bihorî de hejmarekê ji komên çekdar li bajarokên Nubul û El-Zehra, otomobîlên rêwiyan ku berê xwe didane Efrînê radiwestandin û pişkinîn dikirin, ji ber wê yekê hikûmeta Sûriyê dergehê El-Ziyare girt.

Bi gotina heman çavkaniyê, bi sedema pirsgirêkên ku wan komên çekdar ji xelkê re çê dikirin, ew rê bi awayekê giştî hatiye girtin.

Rûniştvanên her du bajarokên Nubul û El-Zehra elewî ne û niha di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ne. Her du bajarok pêştir bo dema çend salan di bin dorpçeke tund a komên çekdar ên Dijbereya Sûriyê de bûn.