Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

10:31:25 AM

RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Remezanê peyamek belav kir, di peyama xwe de cejna misilmanên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ku di malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin wiha ye:   Bi navê xwedayê mezin û dilovan   Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û cîhan bi giştî dikim.   Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û herwiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim. 

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroz a Remezanê li hemû misilmanan qebûl kiribe û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê.   Mesûd Barzanî   29ê Remezana 1438an Koçî 24ê Hezîrana 2017an Zayînî