Rojava News: Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê UNAMI ragehand, ku rêxistina terorîst a DAIŞê dê çend rojên wê yên kêm mane.
Li gor daxuyaniya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NYê Jean Kubis li gel pîrozbahiya cejna Remezanê ragehand, ‘’Tişta ku maye dilxweşiya li cejna îsal de têkbirina DAIŞê ye’’ û piştrast dike û dibêje: ‘’Temenê terorîstan çend rojên pir kêm maye.’’
Jean Kubis silav ji qurbanîdana hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê û hêzên Iraqê û li hemû çînên cuda û kesûkarên wan şehîdan re silav rêkir, ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de jiyana xwe ji det dane.
