03:21:34
Rojava News: Asayîşa bi ser PYDê ya li Qamişlo endamê komîteya navendî yê PDK-Sê Nayîf Ebdula û endamê ofîsa siyasî ya Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Silêman Oso ji zîndanê berdan û azad kirin.
Bi civîneke çapemeniyê de Silêman Oso amaje bi vê yekê kir, ku piştî ji aliyê asayîşa PYDê ve ji ber çalakiyên wan ên siyasî hatin girtin, li zîndanê rastî pêkanînên tund hatine.
Oso daxwaz kir, divê bilez hevalên wan ên li zîndanê bên azad kirin, ji ber di rewşeke xirab de ne û daxwaz ji aliyan û rêxistinên civaka sivîl kir ku fişarê li ser PKKê zêde bikin.
Silêman Oso ragehand, pêwîste PKK dest li reftarên xwe yên tund berde û destê biratiyê û yekrêziyê bo aliyan dirêj bike, bo bikarin xizmeta hemwelatiyên rojavayê Kurdistanê bikin.
