Berpirsê ewlehiya DAIŞê li navçeya Riyazê hate kuştin

Berpirsê ewlehiya DAIŞê li navçeya Riyazê hate kuştin

02:43:46

 

Rojava News: Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê ragehand ku, berpirsê Asayîşa û ewlehiya DAIŞê li navçeya Riyaz li sînorê Hiwêce ji aliyê çavdêrekî yê Hêzên pêşmerge ve hate kuştin.

Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê mûqedem Himdad Omer ji BasNewsê re ragehand ku, şeva Şemiyê çavdêrekî hêzên pêşmerge li navçeya Riyazê ser bi qeza Hiwêcayê ve teqe li Reşîd Necîb ku, nave Rûmah berpirsê Asayîşa DAIŞê kir û bi giranî birîndarbû û îro Duşemê hate kuştin.

Herwiha da zanîn ku, wî berpirsê DAIŞê li gel çend Erebên sînorê Kerkûkê alîkariya çekdarên DAIŞê dikir û ew tannin nava bajarê Kerkûkê, lê Hêzên Asayîşê li ser lêkolîn û komkirina zanyariyan mijulin daku, wan kesan bibînin.