Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran kir

14:05:25

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û hêzên YPGê jî heman awayî bersiv dane topbaranê.

Li gorî medya Tirkiyê topxaneyên Artêşa Tikriyê demjimêr 23.00ê şeva Sêşemê 27-06-2017, gundên Qestel Cindo, Malikiyê, Merenaz, Vêllat El-Qadî û Eyn Deqne yên girêdayî navçeya Şera ya bajarê Efrînê bi hawinan topbaran kirine.

Hate gotin, ku nêzîkî 20 guleyên hawinê li van herêman ketine. Herwiha ev topbaran weke destpêka operasyoneke nû tê binavkirin.

Topbarana ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, heta derengê şevê berdewam kir. Di heman demê de balafirên çavdêriyê yên Tirkiyê li ser gundê Şêx Îsa yê herêmên Şahbayê geriyan.

Hate gotin, ku hêzên HPGê jî bersiv dane topbarana Artêşa Tirkiyê.

Di  20ê Hezîranê de Artêşa Tirkiyê otombîlên zirxî veguhestibûne ser sînorê Efrînê.