14:19:01
Rojava News: Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê dicive.
Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk bi serdanekê gehêşt Rojavayê Kurdistanê û li gel Encûmena Sivîl a Reqayê di civînê de ye.
Herwaha hat zanîn ku, ev hevdîtin dûrî çavên ragihandinê bi rê ve diçe.
Herwaha bendewarî hene ku McGurk li gel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bicive û pirsa pêşketinên di operasyona kontrol kirina Reqayê yek ji mijarên sereke yên civînê bin.
Ev serdana McGurk piştî wê yekê tê, ku HSDê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 6 vê mehê de dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiribû.
