Hêzên PKKê yên siyasî li Rojavayê Kurdistan siyasetmedarek girtin!

Hêzên PKKê yên siyasî li Rojavayê Kurdistan siyasetmedarek girtin!

15:05:43

 

Rojava News: Çavkaniyek li encûmena niştimaniya kurd li Sûriyê diyar kir, hêzên PKKê yên li Sûriyê çalakvanek Partiya Yekitiya Kurd li gundên Qamişlo girtine binçava û ew veguhestine bo binkeyek ewlehiyê.

Çavkaniya ku nexwast navê wî bê aşkera kirin got ‘’Li gundê Çilaxa yê ser bi Qamişlo, hêzên ser bi PKKê şeva sêşema borî yek ji çalakvanên Partiya Yekitiya kurd li Sûriyê Ehmed Kawa binçav kirine.

Herwaha got, ew çalakvan di dema serdana mala hevaleke xwe ya cejna Remezanê de, ji aliyên hêzên asayîşa PKKê ve hatiye binçav kirin û ti sedemek bo binçav kirina wî jî diyar nekirine. 

Roja şemiya borî jî rêxistina Lêborîna Navnetewî di raportekê de belav kir, hêzên PYDê yên ser bi PKKê helmetek wan a berfireh heye bo girtina çalakvanên siyasî yên Kurdistana Sûriyê.