13:18:31
Rojava News: Mezintirîn nexwşxaneya parêzgeha Hesekê bi temamî têkçû ye, Nexwşxaneya Niştimanî li bajarê Hesekê niha ne derman û ne jî amûr û cîhazên bijîşkî lê peyda dibin.
Bijîşk dibêjin ku rewşa nexwşxaneyê pir xerabe û ji sîrengên derziyan ta alavên nojdariyê jî lê peyda nabin.
Heriwha welatî jî dibêjin ku wan berê xwe dane nexweşxaniyê, lê tenê ew lê radizin bê beranber, û dermanan ji derve bi nirxekî bilind dikirin.
Nexwşxaneya Niştimanî ya Hesekê mezintirîn nexweşxaneya parêzgehê bû ku xizmetguzariyê tendirustî bêberamber ji nexweşên parêzgehê re pêşkêş dikir.
Bijîşk dibêjin ku niha rewşa nexweşxaneyê bi temamî têkçû ye, û aşkere dikin ku amûrên tendirustî lê mane û ne jî lavên nojdarîyê jî li peyda dibin.
Nexweşxana Niştimanî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve tê birêvebirin, lê ji dema ku asayîşa Rêveberiya Xweser wê kontrol dike, hikûmeta Sûriyê pêşkêşkirina derman û çaksazkirina amûrên bijîşkî rawestand ye.
