Berpirsekî din yê kurd yê AKPê hat kuştin

Berpirsekî din yê kurd yê AKPê hat kuştin

10:44:58

 

Rojava News: Cîgirê berpirsê Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) li navçeya Qelqeliyê (Ozalp) ya Wanê Aydin Ahî di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Şeva borî komek kesên çekdar cîgirê berpirsê AKPê li navçeya Qelqeliyê ya Wanê Aydin Ahî ji mala wî derxistin û revandin paşê ew dan ber fîşekan.

Li gorî agahiyan, piştî ku çekdar ji cihê bûyerê reviyan, Aydin Ahî bo nexweşxanê hat veguhestin lê li nexweşxanê can da.

Berpirsê AKPê li navçeya Qelqeliyê Orhan Yildirimçakar li ser kuştina cîgirê xwe  got, ew hevalê me ji aliyê çekdarên PKKê ve hat kuştin.

Cîgirekî berpirsê AKPê yê Qelqeliyê jî par meha Cotmehê hatibû kuştin. AKP kuştina wî jî avêtibû stûyê PKKê.

Pêr jî li navçeya Lîcê ya Diyarbekirê, cîgirê berpirsê AKPê yê Lîcê ji aliyê komek çekdar ve li ber deriyê mala wî hatibû kuştin. AKP kuştina wî berpirsê xwe avêtibû stûyê PKKê.