10:50:34
Rojava News:Li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Hat zanîn li nêzîkî bajarê Baneyê, hêzên Îranê gulle berdane kolberan û di encamê de kolberek hatiye kuştin û kolberekî din jî bi granî brîndar bûye.
Li gor jêderên ji deverê navê kolberê hatiye kuştin Wahîd Qadirî ye û navê kolberê birîndar jî nehatiye zanîn.
Hate gotin, ku herdu kolber jî xelkê rojhilatê Kurdistanê ne û ji bo debara jiyana xwe ya rojane vî karî dikin.
Ev yek di demekê de ye, ku çend roj beriya niha Parêzgariya Urmiyê û Rêveberiya Giştî ya Sindoqa Bîmekirina Cotkaran li hev kiribûn, ku 16 hezar kolberên li Pîranşar û Urmiyê werin bîmekirin.
Hêjayê gotinê ye, ku her sal bi dehan kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin.
