11:07:40
Rojava News: Parlamenterê bajarê Erdexanê Orhan Atalay berovajî partiya xwe li dijî pêkanîna referandûma serxwebûna ku tê palankirin di meha îlonê de were lidarxistin ya Herêma Kurdistanê derneket: "Ew ne mecbûrên destûrê bixwazin."
Piştî parlamenterê Amedê yê AKPê Galip Ensarioglu, Parlamenterê Erdexanê Orhan Atalay piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdistanê.
Parlamenterê AKPê ji Kurdistan 24ê re axivî û got: "Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê beriya hemû tiştî mafê welatiyên ku li wir dijîn e û mafê diyarkirina çarenûsa wan e. Çawa dixwazin dikarin mafê xwe bikar bînin, lê dema ku vê mafê xwe bikar bînin dikarin bi cîranên xwe re danûstandinan bikin, lê ne mecbûrên ku destûrê bixwazin."
Atalay wiha pê de çû: "Divê ev yek, mafê ku xwedê daye mirovan e bê dîtin û dema sînor hatin xêzkirin, divê bawerî, nifş û taybetmendiyên civakî neyên piştguhkirin."
