Salvegera terorkirina Dr. Qasimlo hate li darxistin

Salvegera terorkirina Dr. Qasimlo hate li darxistin

 

Rojava News: Li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna berpirsên hizbî û hikumî salvegera terorkirina Diktor Ebdulrehman Qasimlo hate li darxistin, herwiha ji bo nirxandina rola bilind ya wî serkirdeyî simînarek ji aliyê her yek ji Endamê politburo siyasî ya partiya Komonîst a Kurdistanê Ebwa Tara  û endamekî  desteya siyasî ya partiya  Demokrata Kurdistan-Îran Mihmed Nezîf Qadirîhate pêşkêşkirin.

Bi helkefta 28 saliya şehîdbûna Diktor Ebdulrehman Qasimlo û rawestandin li ser kar û xebata wî, herwiha têkoşîna wî serkirdeyê gelê Kurd simînar hat li darxistin.

Diktor Ebdulrehman Qasimlo roja 13.07.1989 li bajarê Viyane paytexta Nemsayê hate terorkirin.