12:48:22
Rojava News: Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê girtina ava çemê Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, hat şermezarkirin.
Îranê li ser çemê Zêya Biçûk, ku derbasî Başûrê Kurdistanê jî dibe, bendavek çêkiriye ji ber wê jî beşek mezin ji ava ku derbasî Başûr dibe, kêm bûye. Ev jî bûye sebeba kirîza avê li Başûr.
Îro li hember wê kiryara Îranê, komek çalakvan, rewşenbîr û welatî li ber konsolxaneya Îranê kom bûn û xwepêşandan kirin û Îran şermezar kirin.
Xwepêşanderan bi hildana pankartên ku li ser ayetên Qurbanê bi kurdî, farsî, înglîzî û erebî hatibûn nivîsandin, bang li Îranê kirin ava Başûrê Kurdistanê berde.
Xwepêşanderan dan xuyakirin ku Îran avê wek çekek siyasî li hember Başûrê Kurdistanê bikar tîne ji ber wê jî nayê qebûlkirin.
