12:42:44
Rojava News: Partiyên Rojhilatê Kurdistanê radigihînin, ku amade ne, li dijî zextên ku Komara Îslamî ya Îranê li ser pêkanîna giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê dike, rû bi rû bin.
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin, pêngaveke ku aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê dê neavêjin, lê destnîşan dikin, dibe ku Îran hebûna wan a li Başûrê Kurdistanê bike hincetek, da ku li ser hikûmet û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê zextê bike.
Herwiha eşkere dikin, ku serxwebûna Kurdistanê li ser çalakiyên wan bandor nake û dibe qezenca tevgera Rojhilatê Kurdistanê.
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê destwernedana karûbarên navxweyî yên parçeyeke din a Kurdistanê, weke bingeha çalakiya xwe dizanin, lê dibêjin ku ew amade ne alîkariyê bikin ji bo serkeftinên netewî.
Herwiha wisa difikirin, ku Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe cihekî stratejîk a Başûrê Kurdistanê, ku li herdû aliyên sînor, kurd desthilat û yekrêz bin.
