Sînorê Şingal û Rojavayê Kurdistanê hat bombebarankirin

Sînorê Şingal û Rojavayê Kurdistanê hat bombebarankirin

13:23:45

 

Rojava News: Li gora nûçeya Rûdawê, şevîdîn demjimîr 12.00 balefiran sinorê navbera Şingalê bombebaran kirine. Di derbarê vê bombebaranê de agahdariyên cuda hena. Di vê derbarê de , sererkanê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ji Rûdawê re got: “Firokeyan sînorên Şingal û Rojavayê Kuridstanê bombebaran kirine. Heta niha jî bi teqezî cihên hatine bombebarankirin û ziyanên wê nayên zanîn. Herwiha ne zelal e ka firoke yên kîjan dewletî ne.”

Medya PKKê li ser bûyerê dibêje ku, artêşa Iraqê bi firokeyên şer û helîkopteran, gundê Xazûka û ya Racm-Ebûd a ser bi Sinûna Şengalê bombebaran kirine.

Hinek agahdari hene ku firokeyên Tirkiye ev dever bombebaran kiriye.