12:37:55
Rojava News: Li gorî daxuyaniya berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî di nava 48 seetên borî de li Mûsil û Reqqayê 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin.
Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî Hisên Qaidî ragihand ku her roj bê navber kurdên êzdî têne rizgarkirin, tenê di nava 48 seetên borî de li bajarê Mûsil û Reqqayê 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî Hisên Qaidî ragihand ku ew kesên hatine rizgarkirin berî 3 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û rastî êşkenceyê cor bi cor bibûn. Li gorî daxuyaniya Qaidî heta niha zêdeyî 3 hezar û 55 kurdêm êzdî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatine rizgarkirin
