YPGê 38 girtiyên DAIŞê berdan!

YPGê 38 girtiyên DAIŞê berdan!

13:10:07

 

Rojava News: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD/YPG) 38 girtiyên DAIŞê berdan.

Li ser daxwaza encumena sivîl ya bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê, HSDê 38 girtiyên DAIŞê berdan.

Li gor ku HSDê ragihandiye, ku destê wan 38 girtiyan di kuştina ti kesî de nebûye, loma hatine berdan.

Ev cara çaremîn e HSD û YPG girtiyên DAIŞê berdidin. Herwiha berî niha li Minbic û Girê Spî jî bêhtir ji 50 girtiyên DAIŞê ji aliyê HSD û YPGê ve hatibûn berdan.

Berdana girtiyên DAIŞê ji aliyê YPGê (baskê çekdarî yê PYDê) di demekî de ye ku rêveberiya PYDê li Rojavayê Kurdistanê gelek serkirde, endam û alîgirên partiyên siyasî bi taybet yên ENKSê girtine.