di encama êrişên Tirkiyêde 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan

di encama êrişên Tirkiyêde 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan

11:49:20 AM

RojavaNews: Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê li ser herêmên Şehbayê de li Rojavayê Kurdistanê, 2 sivîlan canê xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn

Çavkaniyên ji herêmên Şehbayê diyar kirin, ku Artêşa Tirkiyê roja duşembiyê ji bajarên Ezazê û Marihê ve bajarok û gundên Şehbayê yên bi navê Şêx Îsa, Herbel û Til Rifet toparan kirin.

Li gorî zanayriyan, di encama wan êrişan de 2 welatiyên sivîl li Til Refetê canê xwe ji dest dan, Herwiha 5 welatiyên din ên sivîl jî li gundên din birîndar bûn.

Kesên birîndar  bo nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê hatin veguhestin.