12:25:33
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rizgarlkirina bajarê Mûsilê got: "Em êşa Pêşmerge û leşkerên Iraqê ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve dikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rizgarlkirina bajarê Mûsilê got: "Em êşa Pêşmerge û leşkerên Iraqê ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve û pîroz dikin. Qedandina rêxistina terorîst a DAIŞê hindik ma û dê Iraq û Sûriye ji terorîstan were paqijkirin."
Donald Trump di berdewamiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo rizgarkirina Mûsilê pîrozbahî li Serokwezîr Heyder Ebadî û artêşa Iraqê kir û got: "Em şîna bi hezaran xelkê Iraqê yê ji aliyê DAIŞê ve bi hovî hat qetilkirin û bi milyonan iraqiyên ji ber DAIŞê êş kişandin dikin. Em êşa Pêşmerge û leşkerên ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve dikin û em fedakariyê wan pîroz dikin."
Trump di dirêjiya nivîskî de got: "Ji bo ku Amerîka hevalê hêzên ewlekariya Iraqê ye serbilind e. Di 6 mehên serdema ewil a serokatiya min de mijara têkoşîna dijî DAIŞê gelekî bi pêş ketiye."
